İçeriğe geç
Dil seç: TR

wek ne demek?

Kürtçe

wek

edat · /ˈwɛk/

Türkçe

gibi

gibisi, bu kabilden, benzer

Kürtçe anlamı

  1. Peyvikeke rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê yan hîkariyê.
  2. Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in.

    Mirov û heywan ne wek hev in.

  3. Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt nimûne ne ji tiştekî.

    Ew li gelek welatan geriyaye, wek Almanya, Fransa, Swêd û Amerîka.

  4. Daçekek e bo diyarkirina sedemê.

    Wek hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm.

  5. Girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê.

    Wek dixwazî, bike. · Tu çawan bixwazî, wisan bike.

  6. Girêdekek e li şûna bi awayê ku.

    Gelo her tişt wek ku hatiye gotin rast e?

  7. Eynî tiştekê/î yan kesekê/î.

    Ew jî tam wek birayê xwe ye.

  8. Bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de.

    Wek kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.

  9. Di dema tiştekê/î de.

    Wek zarok, me pir dilîst. · Dema em zarok bûn, me pir dilîst.

  10. ku

    Wî dizanî wek ez hatime. · Wî dizanî ku ez hatime.

  11. demê, wextê

    Wekî ez hatîm, ew diçû.

Edebiyatta

Bo min yek heye Wek wê tune ye Hey Rukena min...
Hozan Kawa - Ruken 2008

İlgili kelimeler

Sözlüğün tamamı cebinde

Çekimler, örnekler ve atasözleriyle 130.000'den fazla kelime; ayrıca geçmiş, favoriler ve her gün yeni bir kelime.