ما معنى wek؟
الكردية
wek
حرف جر · /ˈwɛk/
العربية
مثل
مشابه، الجاري، شروى
المعنى بالكردية
- Peyvikeke rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê yan hîkariyê.
- Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in.
Mirov û heywan ne wek hev in.
- Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt nimûne ne ji tiştekî.
Ew li gelek welatan geriyaye, wek Almanya, Fransa, Swêd û Amerîka.
- Daçekek e bo diyarkirina sedemê.
Wek hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm.
- Girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê.
Wek dixwazî, bike.
· Tu çawan bixwazî, wisan bike. - Girêdekek e li şûna bi awayê ku.
Gelo her tişt wek ku hatiye gotin rast e?
- Eynî tiştekê/î yan kesekê/î.
Ew jî tam wek birayê xwe ye.
- Bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de.
Wek kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.
- Di dema tiştekê/î de.
Wek zarok, me pir dilîst.
· Dema em zarok bûn, me pir dilîst. - ku
Wî dizanî wek ez hatime.
· Wî dizanî ku ez hatime. - demê, wextê
Wekî ez hatîm, ew diçû.
في الأدب
Bo min yek heye
Wek wê tune ye
Hey Rukena min... كلمات ذات صلة
القاموس كاملاً في جيبك
أكثر من 130,000 كلمة مع التصريف والأمثلة والأمثال، بالإضافة إلى السجل والمفضلة وكلمة جديدة كل يوم.